Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Sinê tohmeta “şer digel xwedê”(Muharibe) bi ser de hat sepandin

10:55 - 23 Kanûna pêşîn 2022

Welatiyek Kurd yê bi navê “Eşkan Miruwetî” werzişvanê xelkê bajarê “Sinê” ku di meşa serhildanên seranserî li meydana “Îqibal”a wî bajarî bi tenê li hember 20 kes ji hêzên rejîmê sekinîbû, û piştire hat birîndarkirin û bo nexweşxaneya “Kewser” hatibû veguhastin, piştire ji aliyê hêzên hov yên rejîmê bi birîndarî li nexweşxaneyê hatibû rewandin û binçavkiribûn.

Piştî heyamekê ji binçavkirin û azar û îşkence kirinê di girtîgehê de, duh roja Pêncşemî 1`ê Befranbarê, ji aliyê dageha “Înqilab”a rejîmê ve tohmeta “şer digel xwedê” (Muharibe) bi ser de hat sepandin.