Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berteka tunda serkideyê rewta Sedir li hember daxwaza bi nav mecilsa Komara Îslamiya Îranê

10:33 - 9 Kanûna Paşîn 2023

Serkirdeyê rewta Sedr “Usam Husên” li hember vê ku bi nav mecilsa Komara Îslamiya Îranê ji Muqteda Sedir daxwaz kirbû ku ji Îranê lêborînê bixwaze, ji ber bikaranîna peyva Kendava Erebî di gotinên xwe bike bertek nîşan da.

Wî serkirdeyê rewta Sedir got: Sedir bas ji xerîteyên navdewletî û sînorên deryayî û pirsên navdewletî yên din nekiriye çimkî, hemû welatên herêmê di vê bazineyê de Ereb in.

Herwisa Usam Husên berdewam kir û got: Ji ber vê yekê hûn ji Serdir dixwaz in ku ev lêborînê ji ve bike çimkî ji hevnêzîkbûna Îraq û welatên Erebî nîgeran in û we tirs ji vê heye ku pêwendiyên topa pê yên di navbera Îraq û welatên Kendavê veguhese bo mijarên abûrî, siyasî û pirsên din, û ev jî dibe metirsiyek li ser hejmoniya siyasî û bazirganî ya Îranê li Îraqê.