Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Aliyê kêm 109 girtî metirsiya îdamkirina wan heye

10:30 - 10 Kanûna Paşîn 2023

Roja Duşemî 19`ê Befranbara 1401`ana Rojî, (9`ê Kanûna Paşîna 2023`an) Saziya Mafê Mirovî ya li Îranê, di nû tirîn amara xwe de ragihandiye, aliyê kêm 109 girtiyên meşa xwenîşandanên seranserî yên Îranê  ku piraniya wan yên parzêgehên weke, Xûzistan, Sîstan û Belûçistan û Tehranê ne, metirsiya îdamkirina wan heye.  

Herwisa wê saziya mafê mirovî ragihandiye ku, ev zêdeyî 100 rojan e ku li ser xwenîşandanên seranserî yên Îranê derbas dibe û aliyê kêm 481 welatî, ku 64 ji wan zarok in û 35 jî jin in, ji aliyê hêzên serkutkar yên Komara Îslamiya Îranê ve hatine şehîdkirin.

Pêka vê amarê, girtiyên meşa xwenîşandanên seranserî yên Îranê, li parêzgeha Xûzistanê 24 kes, parêzgeha Sîstan û Belûçistan 22 kes û Tehran jî 20 kes metirsiya îdamkirina wan heye.  

Her di dê pêwendiyê de, Saziya Mafê Mirovî ya li Îranê,  ji civaka medenî ya hundrî welat û civaka cîhanî daxwaz kiriye ku, li hember  tundûtîjî û serkutkirinan, li rêya binîçavkirinên beredayî, azardanên fîzîkî û destdirêjîkirin di heyama binçavkirin û lêkolînan de û sepandina cezayên girseyî ji aliyê dezgehên dadwerî yên Komara Îslamî ve bê helwest nebin.

Herwisa pêka amarên mafên mirovî, di heyama 4 mehên derbasbûyî de zêdeyî 500 welatî di meşa xwenîaşndanên seranserî yên Îranê hatin şehîdkirin û 20 Hezar jî hatine binçavkirin.