Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîmê li bajarê Mihabadê riswa bûn

16:07 - 1 Şibat 2023

Pêka nûçe û zanyariyên ku gehiştine bi Navenda Ragihandina PDKÎ, hêzên rejîma Îranê di nûtirîn pîlanên xwe de li dijî malbatên serbilind yên şehîdên şoreşa “Jîna”yê wan gazî dikin û pêşniyara dane pere bi wan re didin.

Di heyama rojên derbasbûyî de fermandarê rejîmê li bajarê Mihabadê, malbatên şehîdên serhildana seranserî gazî kirine û bi wan re gotiye: “Ger hûn wê pereyê werdigirin baş e, ger wernegirin emê li ser navê we wê pereyê bidine nexweşxaneyê û dê kelûpelên hewce bo nexweşxaneyê dabîn bikin”.

Herwisa fermandarê rejîmê gotiye ku: “Hûn jî weke malbatên şehîdan divê bêne ser televizyonê û bêjin ku me bi xwasta xwe ew pere daye nexweşxanê”.

Ew berpirsê rejîmê bo çewtekarî û serpoşkirina tawanên xwe bi malbata wan şehîdan re gotiye: “Endamên malbata we ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine şehîdkirin û dewlet giringiyek taybet dide we”.

Hêjayê baskirinê ye ku rejîm dixwaze xweliyê bike nava çavê malbatên şehîdan, lê nizane ku malbatên serbilind yên şehîdan ji rêya rizgariya welat û bo bi destxistina mafê azadî û demokrasî ezîztirîn kesên malbatên xwe pêşkeşî nîştiman kirine û bi wan karên rejîmê malbatên şehîdan nayên xapandin û li ser bidestxistina mafên xwe qahîm û rijd in.