Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

10 hezar tûşbûyên madên hişber yên nenaskirî di Îranê dehene

13:30 - 9 Hezîran 2020

Saziya “Bêhzîstî” a rejîma Îranê ragihandiye ku 10 hezar tûşbûyên madên hişber di wî welatî de hene.

Roja Duşemî, 8`ê Hezîranê, Berpirsê Ofîsa Pêşîgirtin û Derman a Saziya “Bêhzîstî” ya rejîma Îranê, “Ferîd Beratî Sedê” baskirye ku 10 hezar tûşbûyên madên hişbere hene ku biryare bi rêya rewşa “Iris” ankû naskirina wan bi rêya çavên wan ve, ew bêne naskirinê .

Herwisa wî berpirsê rejîmê baskiriye ku 4497 tûşbûyên madeyên hişber taqîkariya Koronayê bo wan hatiye kirinê ku 53 kes ji wan tûşî vîrûsa koronayê bûne.

Bandora givaşên rasterast an nerasterast ya rejîma Îranê bona alozkirina jiyana civakî û kesîn a xelkê Îranê ji aliyekê û berfirehbûna bazarên kirîn û firotina madên hişber di seranserê îranê ji aliyekî din ve, xelkê Îranê rastî tûşbûn bi madên hişber dike, bêkarî, ji karderxistin, bêdadiya cîvakî û pîşeyî, rasterast ciwan û xelkên ji xwe têrbûyî, dike qurbaniyê wê madeya malwêranker û rejîma Îranê jî bi her awayekî mifahên siyasî û civakî û ewlehiyê bo serkut û şîkandina hêza berxwedana wî xelkî werdigire.

Rewşa tenduristiya wan tûşbûyan bi qasekî dijware  ku edî zaf kes ji wan heya navê xwe jî nizanin.