Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Firansê balyozê rêjîma Îranê bo wezareta derve gazî kir

14:19 - 11 Çirriya paşîn 2026

Dewleta firansê bi nîşandana nerizayetiya xwe li hember êrîşa saybêrî ya bo ser sedan firotingehan, bo wezareta Derve ya Firansê gazî kirin û Yekîtiya Ewropayê jî ragihand ku amadeyê berteknîşandana lezgîn û yekgirtî ye.

Berpirsên firansê spaha pasdaran a terorîst bi berpirsê êrîşa saybêrî ya heyva Octoberê nas dikin ku alozî xistibû nav sîstemên sarkeran û jikarkevtina sarkerên sedan market û firotngehan li pey xwe anî bû.

Li vê derheqê de “Jan Noêl Baro”, Wezîrê Derve yê Firansê ev êrîş bi destdirêjiyeke berfireh a bê mînak li warên berfirehî û tundiyê de binav kir û ragihand ku Firanse dê bo tomarkirina dorpêçan ên Yekîtiya Eweropayê bo ser rêjîma Îranê hewlên xwe bide.

Navbirî ragihand ku egera vê heye dewleta Firansê, berteknîşandaneke hevşêwe hebe lê vê yekê eşkere nake.

Dadstaniya Parîsê girûpa hekêriya “Kawe” a ser bi spaha pasdaran a terorîst bi bikerê vê êrîşê nas kiriye û bo berpirsê vê girûpê û 2 cihgirên wî, daxwaza fermana navnetewî ya binçavkirinê kiriye.