Yohan Wadêfûl, Wezêrê Derve yê Alman li derheq êrîşên tevlihev ên rêjîma Îranê huşdarî da û tekez kir ku nabe rêjîma Îranê li ser vê hizrê bimîne ku dikare bi êrîşên tevlihev yên wek êrîşên saybêrî, yekîtiya li navbera welatên Ewropayê lawaz bike.
Huşdarîdana Wezîrê Derve yê Alman li halekê de ye ku dewleta Firansê, rêjîma Îranê bi berpirsyarê êrîşa saybêrî bo ser sîstema sarkerên vî welatî û xisarpêketina bi sarkerên firotingehan dibîne û rêjîma Îranê jî înkar dike ku rol heye.
Tevî ku dewleta Alman li derheq biker û berpirsyarên wan êrîşên saybêrî li Firansê, biryara dawî nedaye, lê Wezîrê Derve yê Alaman hoşdarî daye rêjîma Îranê û got: “desthilatarên rêjîma Îranê nabe çi wehmek hebin ku dikarin bi kiryarên tevlihev, yekîtiya me lawaz bikin, ev serkevtî nabin û em bi ti awayek li hember wan kiryarên rêjîma Îranê bêdeng nabin”.