Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjîma Îranê gefa mûşekî dike ku dikare heta rojavaya Ewropayê jî bike amanc

14:08 - 11 Çirriya paşîn 2026

Di van rojên dawî de, li Îranê gefên leşkerî û daxuyaniyên tund zêde dibin. Serokê Desthilata binav dadweriya rêjîma Îranê Xolamhosên Mohsêniyê Ejêyî, di hevdîtinekê de ragihand, mûşokên welatê xwe wekî "Keştiya Nûh" binav kirin û got ku ew bûn sedema rizgariya Ummetê. Wî anî ziman ku îro ev mûşek bûye bingeha hêza me.

​Ji aliyê din ve, rojnameya fermî ya Keyhan di gotarekê de gef li welatên rojavayî û herêmî xwarin.

Keyhan diyar kir ku divê dijmin dengê mûşokên wan li gelek welatên mîna Alman, Brîtanya, Yunan û Qibrisê bibihîze.

Herwisa rojnameyê da zanîn ku tora mûşokî û tunelên di binê erdê de li seranserê Îranê hatine avakirin û ev yek wekî "dêjeke nexuya û bêserkeftin" hate pênasekirin. Ev daxuyaniyên rayedarên Îranî nîşan dide ku rejîm dixwaze bi riya gefên leşkerî û pêşxistina sîstematîk a çekan, bandora xwe ya li herêmê mezintir bike.