Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Donald Tiramp gef li milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê kir

14:18 - 11 Çirriya paşîn 2026

Rojnameya “El-Nehar” a Lubnanê bi belavkirina raporekê da zanîn ku Donald Tiramp, Serkomarê Amerîkayê li hevpeyvîna têlêfonî digel Elî El-Zeydî, Serokwezîrê Îraqê, huşdarî daye, hekî li egera şerê bê yê digel rêjîma Îranê de milîsên ser bi rêjîma Îranê li Îraqê de bo piştgiriya Îranê beşdariyê bikin, Amerîka dê wan taqiman û fermandeyên wan bike arman û ji nav bibe.

Herwisa Donald Tiramp li derheq xweparegirtina dewleta Îraqê li çekkirina wan milîsên ser bi rêjîmê de huşdarî da ew yeka dikare bandorê li ser pêwendiya li navbera Amerîka û dewleta Îraqê û qasa piştevanîkirina Amerîka li dewleta Îraqê hebe.

Rojnameya “El-Nehar” daye zanîn ku taqîm û girûpên çekdar ên ser bi rêjîma Îranê yên wek Ketayîbê Hizbullah û tevgera Elnoceba û Ketayîbê Seyidulşoheda beşek ji wan milîsên ser bi rêjîma Îranê ne ku naxwazin çekên xwe radestî dewleta Îraqê bikin.

Ji aliyê din ve li encama bandora Amerîkayê de dewleta Îraqê deriyê sînorî yê Mendeliyê bi ser rêjîma Îranê de daxist û derfet bi balafira hilgirê lîstikvanên tîma fûtbala Îranê neda ku li balafirxaneya Besrê de danê.