Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosta li Îranê de, qata herî hejar in û vê bandor li ser hînkariyê heye

08:57 - 12 Çirriya paşîn 2026

Pêka datayên ku li nûçegihaniya ILNA a ser bi rêjîmê de belav bûye, hiqûqê heyvaneya mamostayekî xwedî pêşîneya mamostatiyê li sala 1395 a Rojî de li navbera 2 heta 2 milyon û 500 hezar Tumenî bûye û nirxa Dolar li vê demê li navbera 3 hezar û 500 heta 3 hezar û 800 Tumenî bûye, vê pêkê şiyana kirîn a mamostayan li derdora 636 Dolarî bûye.

Piştî 10 salan anku sala 1405 a Rojî, hiqûqê mamostayan ku derdora 25 milyon Tumenî ye, lê nirxa Dolar niha li derdora 260 heta 270 hezar Tumneî ye û vê pêkê, hiqûqê wan nêzî 109 Dolar e.

Bi berhevdanîna wan datayan, mamostayan li heyama 10 salan de %83 a şiyana kirînê ji dest dane û cudatiya li navbera dahat û xercê jiyana mamostayan, gihîştiye qonaxa huşdariyê û rewşekî xirab.

Li halekê de hêla hejariyê pêka amarên rêjîmê li bajarên mezin de li navbera 85 heta 90 milyon Tumen e, dahata 20 heta 25 milyon Tumeniya mamostayan bi tenê têra kêmtir ji 10 roj jiyana malbata wan dike û 21 rojên din dibe bi qerdarî, yan karê duyem û sêyem an destberdan ji hewcehiyên destpêkiya Jiyanê derbas bikin.

Li rewşeke wiha dijwar a borî de, jiyana mamosta û xwendevanan gelek dijwartir bûye û vê yekê, bandorekî nerênî li ser hînkariyê kiriye.

Li gelek dibistanan de bo evê ku mamosta bikarin berdewam bin li ser wane gotinê, daxwaz ji malbatên qutabiyan hatiye kirin ku dirav bo mamostayan kom bikin.

Gorî raporan ev çendîn mehin ku rêjîmê hiqûqê mamostayan û gelek karmendên din, yan nedaye, yan nîv hiqûq daye.

Li heyamê salekê de bi hezaran mamostayan li ber kêm hiqûqî û hejariyê dest ji karê mamostayetiyê berdane û çone bi dû karekî din yê azad ku bikarin aliyê kême jiyana xwe û malbata xwe dabîn bikin.