Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Wezareta derva a Îsraîlê ragihand ku Komara Îslamî gefek micid e bo ser cîhanê

14:06 - 11 Çirriya paşîn 2026

Wezareta Derver a Îsraîlê li daxûyaniyekê de bala civatgeha navdewletî bo metirsiyên berdewam ên rejîma Îranê rakêşa û ragehand ku Komara Îslamiya Îranê heya niha gefek mezin e, û bazna gefên xwe zêdetir li sînorên Rojhelata Naverast derbas kiriye.

Li daxûyaniya Wezareta Derve a Îsraîlê de hatiye ku, her kesek wa hizir bike ku ew rejîme çiyê din gef nîne, hewceye bi awayekî micid pêdeçûnê bo têgeheştina xwe hember bi rastiya aloziyan bike.

Wezareta Derve a Îsraîlê îşare bi belgên nû ên gefên rejîmê kiriye û ragehand ku Firansa Spaha pastaran a terorost bi encamdana êrîşên saybêriyên berfireh bo ser jêrxanên wî welatî tometbar kiriye, li heman demê de firokên serbazî  ên Amerîkayê bi sedema metirsî û gefên berdewam ên Îranê li binkên xwe li Birîtaniya yê de veguhastine.

Di dawiya daxûyaniyê de hoşdarî hatiye dan ku piştguhxistin û metirsiyên Komara Îslamî nabe sedema jinavçûna wan gefan, belkî tenê rewşê metirsîdartir dike û bo têkdana ewlehiya navdewletî jî destvekirîtir dike.