Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

100 kedkar li kangeha “Aq Dere” hatine derxistin

16:59 - 22 Çirriya paşîn 2021

100 kedkarên kangeha “Aq Dere” û “Zerşûran” li bajarê “Tîkab”ê li ser kar hatin derxistin û bêkar mane.

Pêka nûçegihaniya “Îlna” a ser bi rejîma Îranê 100 kedkar di beşa derxistina kangehan li kangeha “Aq Dere” û “Zerşûran” li bajarê “Tîkab”ê bi hêceta vê ku di demsala Zivistanê de kar nîne li ser kar hatine derxistin.

Hatiye ragihandin ew kedkarên ku hatine derxistin xwedî 15 sala pêşîneya karkirinê bûne û bilî wan biriyar e heta dawiya wê mehê zêdetir ji 160 kedkarên din bêne derxistin.

Kangeha “Zerşûran” û “Aq dere” yek ji mezintirîn û girîngtirîn kangeha “Zêr” di Rojhilata Navîn de ye û di bajarê “Tikab” a ser bi parêzgeha Urmiya rojhilatêî Kurdistanê de ye.

Ew kangeh bi sedema siyasetên çewt û sîstematîk yên rejîma Îranê kenzayên wê kangehê têne bitalanbirin û bo bajarên navendî yên Îranê tê şandin û bo xelkê wê deverê ti qazancek nîne û heta xelkê wê deverê mafê kerkirin di wê kangahê de jî nînin û bajarê “Tikab” û derdorên wê yek ji bê îmkanatirîn bajarê wê parêzgehê ye ku heta rê û banên rêk û pêk jî nîne.