Şandeke hizba Demokrat a Kurdistana Îranê beşdarî li bernameya (Parêzerên Mirovahiyê) a dezgeha xêrxiwaziya barzanî li kongirêsa Amerîka yê de kir, li bernamê de Hejar Birincî, Nûnerê hizbê li Amerîka, gotarek pêşkeş kir û tekezî li mafên netewiye Kurd, mîratên pêşmergayetî û hewcehiya piştevanî li malbatên zirarberkeftiyan kir.
Bername roja Duşemî 9ê Çirrya Paşîn a 2026an, li balexana Reybornî kongirêsa Amerîka li Waşingtinê birêve çû.
Hejar Birincî li gotara xwe de bi navnîşana Pêşmergê Kurdistanê, Mîratek li wêrekî, Fîdakarî û Mirovahiyê tekezî ji vê kir ku Pêşmerge tenê hêzek şerker nîne, belkî nîşana îradeya neteweyekê ye ku bo parastina nîştiman û pêşeroja neviyan, bo mîrata pêşmergatiyê bi yê hemû Kurdistanê zanî û got ku, cugrafiya me renge hatibe dabeşkirin, lê berpirsatiya me hember bi hevdu nayê dabeşkirin..
Di dawiya gotarê de navbirî ragehand, baştirîn padaşt û rêzgirtin li fîdakariya pêşmerge evaye ku nifşa pêşerojê bikare li Kurdistanek azad û aştiyane de bijî, bixîwîne û xweziyên xwe bicih bîne.