Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

108 hezar nexwendewar li Kirmanşanê heye

19:28 - 25 Kanûna pêşîn 2013

Kurdisatnmedia: 104 hezar hemwelatî yên Kurd li Kirmanşanê nexwendewar in û pitir ji 4 hezar jî ji xwendin bi cî man e.

Nûçegihaniya Mêhir li devê cêgirê îdareya Perwerde û Hînkirin a Kirmanşanê bilav kir, pitir ji 108 hezar hevwelatî yên Kirmanşanê nexwendewar in û ji xwendinê bi cî man e.

Li gor dawîn serhejamriya ku li sala 1390\'a Rojî, hatiye encam dan, pitir ji 104 hezar hevwelatiyê Kurd li Kirmanşanê di temen 10 heta 49 salî de xwe bi nexwendewar nasadin e.

Rêjeya nêvincî ya xwendewar li Kirmanşanê bi berawurd tevî Îranê gelek kêmtir e û ewa jî yek ji siyastên ferq û cudahiya rejîma Îslamî ya Îranê li hemberê gelê Kurd e.

Her di vê pêwendiyê de 4 hezar û 256 kes li temen 6 heya 9 salî jî ji xwendinê bi cî man e.