Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Artêşa Îsraîl, termê 3 barimteyên li destê Hemasê ji Xezê derxistin

13:25 - 18 Gulan 2024

Artêşa Îsraîlê termê 3 barimteyên li destê Hemasê ku li destpêka êrîşa Hemasê bo ser Festîvala Aşitiyê de hatibûne kuştin li xezê de peydakirin û termên wan bo derveyê Xezê vegihastin.

Pêka rapora nû ya Artêşa Îsraîl, termê 3 barimteyên li destê Hemasê yên bi navên  “Amîta Boskîla, Ayzak Gêlrêntêr û Şanî Lûk” ku li dema êrîşa hovaneya milîsên Hemasê bo ser festîvala Aşitî li nêzî bajarê Xezê li 7ê Oktoberê de hatibûne kuştin, peyda kirine û bo derveyî Xezê veguhastine.

Termê wan 3 barimteyan li tûnêleke Hemasê de hatine peydakirin.

Li êrîşa 7ê Oktoberê de milîsên Hemasê nêzî hezar û 200 kes ji kur, keç, pîr û civan û zarok bi awayekî dirindane kuştin û 252 kes jî wek barimte digel xwe birîn û heta termê hejmareke kuştiyan jî wek barimte digel xwe birin ku wek karta givaşê bi kar bînin.

Tevî ku Hemas li hember artêşa Îsraîlê şikestên mezin xwarine û nêzî tevahiya desthilata xwe ji dest daye, Artêşa Îsraîlî biryar daye heta dawîanîn bi Hemasê şer nesekinîne û li hember de jî Hemasê heta niha barimteyên li destê xwe de azad nekirine û xuya nîne ku ji wan barimteyan çend kes zindî ne.

 Jinên barimte yên li destê milîsên Hemasê de bi dirindanetirîn şêwazê hatine îşkencekirin û destdirêjiyên hovane bi ser wan de hatine kirin û gelek ji wan jinan renge bi sedam wan îşkencaeyan canê xwe ji dest dabin.