Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şirketa Firokevaniya “Lufthanzay” firîna bo Îranê nake

13:19 - 18 Gulan 2024

Şirketa firokevaniya “Lufthanzay” a Alman, ku pêştir ragihandibû sefer û firîna xwe bo Îranê bo heyamekê disekinîne, ji nû ve ragihand ku dê berdewam be li ser vê biryara xwe û hemî firîn û sefera bo Îranê herwisa ragirtine.

Şirketa Firokevaniya “Lufthanzay” a Almanî li dawî pêdaçona firînên xwe bo welatên Rojhilata Navîn, ragihand ku hemî firîn û seferên Firokên wê bo Îranê hatine sekinandin û ev biryare li cihê xwe de ye.

Wê şirketa Firokevanî ragihand: ji bilî hilweşandina sefer û firînê firokên xwe yên ticarî û misafir hilgir û barî, heta biryar daye ku bi berçavgirtina rewşa xirabe ewlehî, firokên wê li ser esmanê Îranê re jî derbas nabin û wî esmanî bi ewle nizanin.

Şirketa Firokevaniya “Lufthanzay” cara yêkê li roja 22 yê Xakelêwa îsal û dema gefên rêjîma Îranê bo êrîşa ser Îsraîl û piştre jî êrîşa Mûşekî û Dironiya Rêjîma Îranê bo ser Îsraîl û alozbûna rewşa tenahiya Herêma Rojhilata Navîn, hemî firînên firokên xwe bo Îranê sekinandin, ku heya nihajî sefer nekirine bo Îranê, roja derbasbûyî wê Şirketê ragihand ku dê berdewam bin li ser wê biraya xwe û firokên wê niha pêde jî naçne Îranê.