Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endameka Hizba Dêmokrat li Urmiyê de koça dawiyê kir

13:29 - 18 Gulan 2024

Endama Hizba Dêmêkrat xatûn “Çinî Resûlzade” a keça xwedêjêrazî “Îbrahîm Resûlzade” yê girtiyê siyasê Kurd û naskiriyê devera Geliyê Qasimlo, li bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir

26ê Banemerta 1403 a Rojî, xatûn “Çînî Resûlzade”, endama Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê li temenê 39 saliyê de bi sedema sekinîna dil li nexweşxaneyeke bajarê Urmiyê de canê xwe ji dest da, “Çînê Resûlzade” keça xwedêjêrazî “Îbrahîm Resûlzade” yê girtiyê siyasiyê naskirî li devera Geliyê Qasimlo de ye.

Xwedêjêrazî “Çînî Resûlzade” keçeke xwedî seh û helwîst û Kurdperwer bû û li malbateke welatparêz û naskirî li gundê “Hacî Berkewilî”yê li geliyê Qasimlo de bûye, lewma tevlî refên endamên têkoşer ên navxwe yên Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê bû û çalakane tevahiyên erêkên pêsipartî bi rê ve birine.

Termê xwedêjêrazî “Çînî Resûlzade” li roja Înê 28ê Banemerê, bi beşdariya xelkê gundê “Hacî Berkewilî”yê û herwisa hejmareke zêde ji xelkê din li goristana wî gundî de bi axa pîroza Kurdistanê hate spartin.

Hizba Dêmokrat a Kurdistana Îranê tevî nîşandana xemgîniya xwe ji koça dawiya keça serbilind û xwedîseh, “Çînî Resûlzade”, sersaxiyê dide malbata vê ya rêzdar û kesûkar û xelkê Geliyê Qasimlo, û xwe bi hevparê xema wan dizane.