Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xisara canî û maliye zêde bi sedema rabûna lehiyê li çendîn bajar û deverên Îranê de

13:17 - 18 Gulan 2024

Li halekê de ku rabûna lehiyê li xurasanê 12 qurbanî li xwe girtine û 10an kes jî bê serûşûn in, rêjîma Îranê ne çi alîkariyek gihandiye berketiyên lehiyê û ne ti cehdê bo rizgarkirina xelkê berkletiyê lehiyê dike.

Pêka dawî raporên belavbûyî, rêjeya Qurbaniyên lehiyê li parêzgeha Xurasanê, gihîştiye 12 kesan û termê 4 kesên malbatekê ku roja pêştir li gundê “Elmenceq”ê ser bi bajarê Ferîmanê de bêserûşûn bibûn, li derdora gundê “Bizcanî”yê ser bi bajarê Ferîmanê, hatine peydakirin û bi tenê bavê vê malbatê rizgar bûye ku niha li nexweşxaneyeke bajarê Meşhedê de hatiye razandin. 

Berpirsê birêveberiya kirîzan a bajarê Meşhedê li vê derheqê de bi awayekî bêşermane ragihand ku ti lehiyek nerabûye û bi tenê pengurîneke avê ye. Ew yeka li halekê de ye ku li bajarê Meşhedê de zêdetir ji 10 kesan canê xwe ji dest dane û dehan kesên din bêserşûnin û lehiyê xisarekî mezin a malî jî gihandiye xelkê ku rêke, pire, Berq, Av, û awahiyên xelkê kavil kirine û bi hezaran Maşînên xelê jinav çone û rez û bax û terşê xelkê xisar ber kevtiye.

Berpirsên rêjîma Îranê tevî ku bernameyek bo gihandina alîkariyên mirovî û rizgarkirina berketiyên lehiyê nadin û li pey kesên bê serûşûnbûyî nakevin, bi gotinên çewt û bêşermane cehda perdepoçkirina neşiyan û xemsariya xwe didin û rabûna lehiyê înkar dikin.

Rewşa berketiyê lehiyê li parêzgeha Xurasanê û Sîstan û Belûçistanê de dijwar e û rêjîm tevî înkara rabûna lehiyê, xwe ji şandina her cure alîkariyekê diparêze.