
Kurdistanmedai: Xebatkar, endam û alîgirên PDKÎ bi lidarxistina çalakiyên tebilîxî bi boneya 10`ê Xakelêweyê- salroja “Şehîdên Kurdistanê”, rêz ji vê rojê girtin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xebatkarên Demokrat, li bajajrê Mehabadê di roja 10`ê Xakelêweyê de, di çendîn cihên wekî: Şeqama Mukriyan, şeqama bazarçeya Esxerî, şeqama tirmînala mezin, şeqama zanîngeha Peyama Nûr, girê Qazî, şeqama mezara Pêşewa û hevalên wî,hevşa nexweşxaneyê, şeqama perestar, sêriya Qebran, sêriya pêşiya şîlanan û pêşiya xwendingehê, bi belavkirina tirakit û postêran digel armancên şehîdan peyman nûkirin.
Li bajarê Neqeda Demokrat, bi boneya salroja Şehîdên Kurdistanê, li gundê wekî: “Koykan, vênsliyan, dîlançerx,, memliyan, xelîfeliyan, û di nav bajarê de jî cihên wekî, “meydana Kaviyan, di rewşeke tewav ewlehî de çalakiyên tebilîxî hatin lidar xistin.
Ciwanên Demokrat, li bajarê Şinoyê jî, bo rêzgirtin li malbatên serbilind yên şehîdan bi nivîsîna siloganan û belavkirina tirakit û postêrên taybet bi roja 10`ê Xakelêweyê û hildana alaya Kurdistanê çalakiyên tebilîxî birêve birin.
Herwisa li gundê Nêyî a qehreman, şoreşvanên Demokratê bi belavkirina postêrên rêberên şehîd yên bi navên şehîd, Qazî, Qasmilû û Şerefkendî, û herwisa siloganan “peymana emegnasiyê heya gihîştin bi armancên şehîdan çalakiyên tebilîxî birêve birin.
Di roja 10`ê Xakelêweyê de, xebatkarên Demokrat li gundê Tengîserê bi danîna postêrên taybet bi roja 10`ê Xakelêweyê, û wêneyên şehîdên Rasan û herwisa alaya Kurdistan û cemedanî, bo careke din peymana emegnasiya xwe digel rêbaza şehîdan nû kirin.
Li gundê Awiyer a girêdayî bajarê Sine jî, xebatkarên Demokrat, bi belavkirina tirakit û postêrên taybet bi roja 10`ê Xakelêweyê, tevî peyman nûkirina digel rêbaza şehîdan, soz dan ku, heya dawiya jiyana xwe wê riya şehîdan berdewam bikin.
Li bajarê Bokana qehreman jî, çalakiyên tebilîxî bi boneya roja 10`ê Xakelêweyê berdewam kirin, û endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Bokanê, bi birêvebirina çalakiyên berfireh yên tebilîxî mifah ji vê xetîrdarên şehîdan vergirtin ku bo wan hilgirtine û peymana emegnasiya xwe digel hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê nû kirine, û li cihên ku çalakiyên tebilîxî hatinelidarxistine wiha ne:
Triba hûnermend Hesen Zîrek, parka Mihemediye, û derdora vê, pişt sêmetrî, avahiyên saziya Spaha Pasdaran, Terebar, baskola îlxanîxade, bilvara Sahilî, pira taz û derdora şeqama Qan`I, û herwisa di berdewamiya van çalakiyan de, pêşmergeyên Bajar bi çûna ser tirba şehîdan, peyman nûkirin, û herwisa serdana terbê fermanderê şehîd “Kerîm Aramêş” naskirî bi “Kerîm Elîferamerz” Rehman Dilaram, Omer Feqî Îbrahîmî, Rehîm Mehmelzade, Birayên Metîn û Feyzolahbêygî, li gundê Dozxidere û li gundê Qolxetepe jî serdana mezarê fermanderê nemir şehîd “Mihemed Zengene” bi danîna golên sor li ser axa pîroz soza emegnasiya xwe digel de dubare kirin.
Di berdewamiya van çalakiyan de, dirêjederên riya azadiyê li gundê “Zengyavî” a girêdayî bajarê Pîranşarê, jî serdana tirbê şehîd “Silêman kirin ku,15`ê Pûşpera 1369`an, tevlî karvaan şehîdan bû.