Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

10`ê Xakelêweyê di Kurdistanê de bilind hate nirxandin

13:44 - 28 Adar 2021

Endam û tekoşerên PDKÎ li gund û bajarên Kurdistanê bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, salvegera şehîdên Kurdistanê çalakiyên berfireh yên banghêjî bi rê ve birin.

Li bajarê “Seqiz”ê endam û tekoşerên Demokrat peyman digel rêbaza şehîdan nû kirin.

Ji Dêwulana qehreman ve, endam û tekoşerên Hizbê bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, roja Şehîdên Kurdistanê çalakiyên banghêjî li cihên wekî “bilwara Nimaz, taxa Şafi`î, Ginave, Şaredêya Bilwan Ava, Şaredêya Başmax, gundên Sadiq Ava, Qadir Merz, Girgane, Sirinciyane, Sîs, Sad Ava, Serwale, Şaco, Ciwamêr Ava û Kebûdxana Serû”.

Ji bajarê “Sine”ya qehreman ve bi nîşaneya rêzgirtin û wefadarî bi rêbaza şehîdan, endamên Hizbê bi awayekî berfireh tirakt û postêrên taybet bi roja Şehîdan belav kirin. Herwisa li taxa “Fereh, Çarbax, Şapûr, Feyzava, Şêxan, Ebasava, Kanî Kûzele, Hacî Ava, taxa Dr.Qasimlo, Seferî, Xefûr, Sîrûs, Qetarçiyan, Perdîs, Teqteqan û Kemerbendiya 25” çalakî bi rê ve çûn.

Li “Merîwan”ê ji çepera bajar ve tekoşerên Demokrat çalakiyên banghêjî bi rê ve birin.

Li bajarê “Mihabad”ê ciwanên Demokrat li Şarwêranê çalakiyên banghêjî bi rê ve birin, herwisa serdana tirba şehîdan li goristana “Şebek” li gundê “Xurxure”yê kirin, ji aliyekê din ve li nexweşxaneya Mihabadê, bazarçeya Esxerî, Talara Newroz, Berî Şîlanan û baxa Mikaîl çalakiyên banghêjî bi rê ve birin, herwisa pêşmergên Bajar di meşekê de bi çek û rextên pêşmergane serdana tirba şehîd “Silêman Mû`înî” yek ji rêberê 46_47ê kirin.

Ji bajarê “Pîranşar”a qehreman ve ciwanên pêşeng li gundên “Daye Şêxî, Zunînciyan û Xirê Birdaşan, bi nivîsîna siloganan û hildana alaya Kurdistanê li gundê “Şino Zeng, Kêlê, Beleban, Kundirê, Zengiyavê, Girdgispiyan û Serîn Çavê” çalakî bi rê ve çûn.

Li Serdeştê keçên şoreşgêr alaya Kurdistanê di nav bajar de hildan.

Li bajarê “Nexed” ê tekoşerên Demokrat li mizgevta Emîr Husênî, Şazde Dezgah, Mizgevta Seyîd Ebdullah Kemalî, derdorê Padigana Welî Esr, û gundên “Kerêza Dîlançerix, Helbê, Koykan û Yûnislyan” çalakî bi rê ve birine.

Li bajarê “Şino”yê bi awayekî berfireh li taxên “Şekirabad, Selîm Abad, taxa Mamlê, Qelatok, Çil Mêtirî, Tacînavê, pişt mizgevta Camî`e” çalakî bi rê ve çûn.

Li gundê Boryer bi boneya 10`ê Xakelêwe çalakiyên banghêjî bi rê ve çûn.