Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

%11 daristanên Îlamê hişk bûn

16:50 - 11 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Ji seda 11 daristanên parêzgeha Îlamê hişk bûne û 57 hezar hiktar jî tirsa hişkbûna wê heye.

Nûçegihandiya Mêhir li devê rêveberê giştî yê çavkaniyê xwezayî yê parêzgeha Îlamê ve bilav kir, diyardeya hişkbûna daristanên Îlamê salên derbasbûyî dest pêkiriye û ewa jî xisaretekî zor û qerebûkirin bi jîngeha Îlam û Zagrosê gehandiye.

Riza Ehmedî daxuyand: %11 daristanên parêzgeha Îlamê bi temamî hişk bûye û 57 hezar hektar jî tirsa hişkbûna wê heye.

Navbirî got: Parêzgeha Îlamê zaftirîn rêjeya hişkbûna darberûyên çiyayê Zagrosê bi xwe girtiye.

Nêzîkê %87 rûberê parêzgeha Îlamê çavkaniyê siruştî ku 640 hezar hiktar ji darstanê pêk hatiye.