Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

119 endamên meclisa nûnerên Amerîka dijî wegeriyana Amerîka bo Bercamê ne

11:30 - 10 Şibat 2021

119 nunerên meclisa Amerîka, di nameyekê de bo “Joe Biden”, neyariya xwe bona zivirîna Amerîka bo Bercamê dane xuyakirin.

Roja Sêşemî 9`ê Şibata 2021an, 119 kes ji nûnerên meclisa Amerîka ku hemû Komarîxwaz in, ji “Joe Biden”ê Serkomarê wî welatî daxwaz kirine ku bi awayê berê û bi bê pêdaçûna bi rewşa berê ya Bercamê, bila Amerîka nezivire bo nava wê rêkkevtinê.

Wan nûneran di nama xwe de tekezî kirine ku rêkkevtina Bercamê bi ti awayekê nikare berahîka destpêragehîştina Îranê bi çeka navkî bigre, belkî ew rêkkevtine tenê pîlanek e ku Îran dikare bo berjewendiya xwe bikar bîne û li jêr navê rêkkevtinê civatgeha navnetewî mijûl bike daku bikare dem û derfeta hewce bi dest ve bîne bona gihîştin bi çeka navkî.

Li derheq nîgeraniya ji bernama navkiya rejîma Îranê, çendîn endamê Senaya Amerîkayê jî, ji Serkomarê wî welatî daxwaz kirine ku bila Amerîka nezivire bo nava rêkkevtina sala 2015an û careke dinê derfetê bo rejîma Îranê çê neke ku bi navê gotûbêj bikare kum bide serê cîhanê, belkî hewce dizanin ku givaşên bo ser Îranê zêdetir bike û baştir dikare berahîka gihîştina rejîmê bi çeka navkî bigre.