Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

12 hezar û 437 kes bi sedema bûyera kar di Îranê de mirin

21:20 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Di 10 salên derbasbûyî de bi sedema qezaya kar 12 hezar û 437 hamwelatî di Îranê de jiyana xwe ji dest dane.

Pizîşka yasayî a Îranê bilavkirin, di destpêka sala 1383’an a Rojî ve heta dawiya sala 1392’an a Rojî, 12 hezar û 437 kes bi sedema bûyera kar canê xwe ji dest dane û li gor amara wê saziyê zaftirîn rêjeya mirina kedkaran di sala 1392’an a Rojî de bûye.

Li gor vê raportê, sala 1392’an a Rojî, 1994 kes bi sedema bûyera kar canê xwe ji dest dane ku ew serhejmariye ligel sala 1383’an a Rojî, 697 kes bûye û ewa jî dide zanîn ku mirina bi sedema kar di 10 salên derbasbûyî de zêde kiriye.

Ketin li bilindahiyê, lêgirtina alavên giran, girtina elekteronîk, şewat, kêmiya oksîjen, bi rêz ji sedemên mirina kedkaran di dema karkirinê di 10 salên derbasbûyî de ragirhandine.

Di wê pêwendiyê de pizîşka yasayî a rejîma Îslamî a Îranê bilavkir, di parêzgeha Sine de 31 kes li sala 1392’an a Rojî de bi sedema qezaya terafîkê canê xwe ji dest dane û parêzgeha Îlamê jî bi sedema bûyera kar 9 kes mirine.