Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

12 hezar xwendewarên nevandên xwendina bilin di parêzgeha Îlamê de bêkar in

21:45 - 22 Hezîran 2014

Kurdistanemdia: Di koma giştî a heşîmeta 550 hezar kesî di parêzgeha Îlamê de, 12 hezar kes ji hêza xwendewarên navendên xwendina bilind, serberê hebûna çavkaniyên xwezayî weke gaz û petrol di vê parêzgehê de. bêkar in.

Li gor rapora nûçegihandên Îlamê, niha bêkarî bûye arîşeyeke serekî bo rûniştiyên parêzgeha Îlamê û serbarê hebûna hejmarek palagehên petrol û gazê û kargeha pêtroşîmî û herwuha çavkaniyên xwezayî, nirxa bêkarî %30 zêde kiriye û ev parêzgehe bûye yek ji bêkartirîn parêzgehên Îranê.

Zafbûna rêjeya bêkarî li parêzgeha Îlamê di demekê de ye ku rêjeyeke zaf ji hêza mirovî li deverên din bo vê pargêgehê hatine veguhastin û ji pîşeyên sinetî weke palawgehên petrol û gaz û kargehên pitroşîmî û çavkaniyên xwezayî û ... ê din demezran e.

Li gor agahiyan niha rêjeyeke zor ji endazyar û kesên şareza bi balafirê bo parêzgeha Îlamê tên rêkirin û di pirojên curbicur ên vê parêzgehê de mijûl in û çalakî dikin û paş heyamek kurt ji riya balafirê ve bo bajarên din ên Îranê tên veguhastin.

Eva di demekê de ye ku 12 hezar kes hêza xwendewar ên derçûyên zanîngehê di varên curbicur de li parêzgeha Îlamê hene.