
13 penaberan dema dixwastin ji Rojhilatê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin bi hegera sir û seqemê û di bin berfê de canê xwe ji dest dan.
Dema hejmarek ji penaberan dixwastin bi qaçaxî ji tuxîbê Rojhilatê Kurdistanê ve derbasî Bakurê Kurdistanê bibin û ji wir jî derbasî Ewropayê bibin, 13 kes ji wan, li nêzîkî gundên “Sarî Cemal” û “Osmanlî”yê, di bin berf û bagerê de mane û canê xwe ji dest dane û hejmarek jî bi nîvrihî rizgar bûne.
Di nav wan penaberên ku canê xwe ji dest dane de 3 penaber ên xelkê bajarê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê ne û 10 kesên din jî Efxanîn e.
Çend roje berdevam li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê befir dibare û rêya hezaran gundan hatiye qutkirin.
Lewma di wê derbarê de Parêzgarê Wan a Bakurê Kurdistanê ragihandiye, ji ber şertê zehmet ên hewayê, ew nikarin tîmên hawarhatinê bişînin wê deverê.