Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

14 çalakvanên medenî û siyasî daxwaza dev berdana Xamn`î li desthilatê kirine

12:05 - 12 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Komek çalakvanên medenî û siyasî yên navxweyî bi nivîsîna reşnivîsekê, daxwaza gurhertina yasaya bingehîn û dev berdana rêber ji desthlatê kirine.

 14 çalakvanên medenî û siyasî yên navxweyî welat di reşnivîsekê de, daxwaza dev berdana Velî Feqî Xamne`î  li desthilatê û guhertina yasaya bingehîn kirine, û her di vê reşnivîsê de wiha hatiye ku: Ev çendîn salin ku pirranyia bijardeyên civakî, çandî û çalakvanên medenî bi sedema axavtinên dilsozane, lipey sererastkirin û guhertina pêkhate û bingeha nizama civakî û siyasî ya komara Îslamî bûne, û daxwaxkariya van tenê rêzgirtin li deng û berçavgirtina mafê welatîbûn,  liçav guhertina rêyên ku bi mesafetan li xwastên giştî yên welatiyên Îranê dûr bûne.

herwisa wan çalakvanan wiha berdewam kirine: “EM li ser vê baweriyêne ku, serkomar û nûnerên mecilisê tenê amadekarin, bê vê yekê ku xelkê tu derfeteke di hibijartina birêveberên welat de dest hebin û van tenê şiyana hilbijartina kesên ku heviyê destê rêberin hene.

Xûmêynî bo bihêzkirina desthilata xwe û xapandina raya xelkê, di destpêka şoreşa sava ya komara Îslamî ya Îranê de, berdewam bas ji hikûmeteke demokratîk dikir, dîroka 40 sal temenê rejîma Îslamî nîşan daye ku, netenê ev rejîma bersiva pirs û daxwazkariyên welatiyên xwe nade, belkû, li rêya nizama  desthilatdar, tu guherînkariyekê erê nake, û herwisa li tepeserkirin, sepandina zilm û zordariya xwe bi ser xelkê bê soç û maf jê zeftikirî  û girtina çalakvanên nerazî berdewame.