
Kurdistanmedia: 15 çalakvanên kedkariyê yên kompaniya “Hepko” a bajarê Erakê, bi heps û derbeyên qamçiyê hatine cezadan.
Li gorî raportên nûçegihaniyan, roja Yekşemî, 28`ê Çiriya Pêşîn, 15 kes ji çalakvanên kedkariyê yên kompaniya “Hepko” a bajarê Erakê, ku berê bi sedema kêmbûn û nedana heqdestê wan û zelal nebûna rewşa kompaniyayê, nerazîbûna xwe nîşan dabûn hatine cezakirin.
Dadgeha Qezayî, çalakavanên han yên kedkariyê ku bixwe kedkarên kompaniya “Hepko” ne, bi “têkdana rewşa giştî” û “tujkirina kedkarên din bo nîşandana nerazîbûn û têkdana rewşê di torên civakî de” tawanbar dane naskirin.
Li gorî raporta nûçegihaniya “HRANA”yê ya Komela Mafê Mirovan di Îranê, hukmê 15 kes ji kedkarên kompaniya “Hepko” a bajarê Erakê, ku di Gulana îsal de, derheq nedan, kêmbûna heqdest û zelalnebûna rewşa kompaniyayê nerazîbûna xwe nîşan dabûn, ji aliyê taya 106 a dadgeha Qezayî a du ya bajarê Erekê, û bi berpirsayetiya Ekber Rêzwanî, bi awayê bikom cezayê heps û derbeyên qamçiyê bo wan hatiye birîn.
Hemû ev kesane bi tawana têkdana rewşa giştî ji riya beşdarîkirina di civîn û meşên ne yasayî de, bi salek heps û 74 derbeyên qamçiyê ya te`izîrî hatine cezadan.
Ew kedkarên han hemû, di Gulana îsal de tenê nerazîbûna derheq, nedana heqdestê wan ji aliyê kompaniyayê û zelal nebûna rewşa kompaniyayê derheq kar û rewşa kedkaran de, nerazîbûna xwe nîşan dabûn , niha bi wî rengî ev hatine cezadan.
Rejîma Îslamî ya Îranê, bo mana xwe, dixwaze bi hemû awayî xelkê bêdeshilat serkut bike.