Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

15 hiktar ji daristanên çiyayê Kewir di nav agir de şewitîn

20:16 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Pişkek ji daristanên çiyayê Kewir hilkevtî ji 20 kîlomêtriya bajarê Îlamê bi sedemekî nediyar di agir de şewitî.

Nûçegihanên parêzgeha Îlamê bilavkirin, ew agirgirtina li çiyayê Kewir qewimiye ku beşek ji darstan û zozanên bajarê Dere Şar ku hejmarek ji darên darberû û lêrewarên vî deverî hatine şewtandin.

Ew agira bi hewl û mandîbûna hemwelatiyan û çalakên jingehparêzî ên vî deverî hatiye konterolkirin û avedaniya jîngeparêzî a Semîmer pişkek berçav ji temirandina wî agirî hebûye.

Heta niha sedema agirgirtinê nehatiye eşkere kirin û navêdên pêwendîdar yên rejîm Îranê tu agahiyek di wê pêwendiyê de bilav nekrine .

Sala 1392’an a Rojî di parêzgeha Îlamê de 28 haletên agir girtinê di daristan û cihên xwezayî de rû dane.

Zencîre çiyayê Kewir ji 20 kîlomêtriya bajarê Îlamê dest pê dike û heta nîzî bajarê Endîmêşkê li parêzgeha Xûzistanê dirêje heye û di devera Hemrînê de dawî pê tê.