Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

16 Milyon kes ji xelkê Îranê, li jêr hêla hejariyê dene

11:43 - 14 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Pêka amarên belaw bûyî li nawa Îranê de, pitir ji 16 Milyon xelkê Îranê, belengaz û mihtacin û li jêr hêla hejariyê de dijîn.

Cihgirê serokê kumîta îmdad ya rejîmê ragihand: Pitir ji 16 Milyon kes li Îranê de nedar û belengazin û li jêr hêla belengaziyê dene, û Ji wan 16 Milyon kesan jî, niha tenê nêzîkî 4 Milyon kes, ber alîkariya kumîta îmdad dikevin.

Wî berpirsê rejîmê ragihan ku hekî em bixazin hemi ew 16 milyon kesane ber alîkariya kumîta îmdad bikevin, li şiyana rejîmê de nine ku tenê bikare bo wan xwarinê dabîn bike.

Ew êtrafa deshilatdarên rejîmê dide kifşê ku abûriya welat dewlet sere vê rejîmê bi tewawî herifiye û mixabin dûkela vê jî diçe nava çawê xelkê Îranê.

Her li derbarê belengaziya xelkê Îranê de, amar belaw bûne ku 60 Milyon Îranî mihtacê Nan û xwarinêne.