Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

16`ê October roja Cîhaniya risq

12:20 - 16 Çirriya pêşîn 2019

Kurdistanmedia: 16`ê Oktobir, roja Cîhaniya “ Risq”e, ku piraniya welatên Cîhanê vê rojê bilind radigrin.

Pêka amarên saziya Cîhaniya xwarobar( FAO)`ê, hejmara kesên birsî û bêpar ji risqê hewce, di navbera salên 2014 heya 2018, pitir ji 300 Miyon kes zêde kiriye û gihîştiye bi 2 Milyard kesan ku bi wateya 1 ji 4ê heşemeta Cîhanê tûşî vê pirsgirêkê ye.

Hejmara kesên birsî û ji risqê hewce bêpar mayî  li Îranê de tu caran ji amarên rêjîmê de bi serrastî nehatine gotinê, lê xûyaye ku di wan dorpêçên aborî û gendeliyên rêjîmê de amara wan tên veşartinê.

Rêjîma Îranê bi alîkarî dan bi girûpên terorîstî, nanê şeva xelkê Îranê birye, piraniya  birsiyên Îranê jin û zarokin ku di amarên Cîhanî de diyarin.

Berhem anîna tiştên xwarinê li Cîhanê zêdetir bûye lê siyasetên terorîstiyên Îranê û gendeliyên nawxwiya berpirsên rêjîmê, xelkê Îranê hewceyiyên xwe bi dijwarî bi dset tînin,  hevdem rêjîm bi Milyardan Dolar alîkariyê dide girûp û saziyên terorîstî di Cîhanê de.