Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

16`emîn civîna Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê hate lidarxistin

11:48 - 9 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistan Îranê, bi serpereştiya berpirsê dewra navend, “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê,” 16`emnîn civîna xwe lidar xist.

Roja Sêşemî, rêketa 17`ê Befranbaê (7`ê Kanûna Paşîn), 16`emnîn civîna Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê bi serpereştiya berpirsê dewra navend, “Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê,” birêve çû.

Civîn bi amadebûna aliyên endamên navendê dest bi kar kir û piştre destûra kar ji aliyê “Mihemed Nezîf Qadirî”, berpirsê Dezgeha Giştî a Pêwendiyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û herwisa berpirsê dewra navendê, xistine ber bas û her yek ji amadebûyan têbînî û rayên xwe li ser xalên destûra civînê bi hûrdî anîne ber bas.

Parek din ji karê civînê pêwendî bi rewşa deverê û herwisa rewşa niha a Îranê hebû, û herwisa li ser baykota şanoya hilbijartina perlemana Îranê tekez kirin û di vê derheqê de biryarên hewce dan.

Bi sedema nêzîkbûn li roja 2`ê Rêbendanê, salvegera avakirina Komara Kurdistanê, endamên Navenda Hevkarî li ser pêkanîna semînareke berfireh bi amadebûna hemû aliyekê ve û herwisa ragihandinan hevbîr bûn.

Herwisa di civînê de, çendîn mijarên din ên pêwendî bi karê Navenda Hevkarî gengeşe kirin û di vê derheqê de biryarên hewce li serê dan.

Civîn piştî çend demjimêran dawî pêhat.

Navenda Hevkarî a Partiyên Kurdistana Îranê

18`ê Befranbar a 1398`an

8`ê Kanûna Paşîn a 2020`an