Bi sedema belavbûna vîrûsa Korona di Îranê de, li 24 demjimêrên derbasbûyî, 123 kesan canê xwe ji dest dane û 1 hezar û 420 pêketiyên nû bi vîrûsa Koronayê hatine naskirin.
Roja Şemî 3ê Nîsanê, Berdevka Wezareta Tenduristî ya rejîma Îranê, “Sîmasadat Larî” daye zanîn: “Ji roja derbasbûyî ve heta Îro, 11 hezar û 420 pêketiyên nû bi vîrûsa Koronayê hatine naskirin ku, hezar û 60 kes ji wan pêketiyan di nexweşxaneyan de hatine razandin û 123 kesan jî bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane.
Herwisa wê berpirsa rejîma Îranê daye zanîn ku, “gelempera pêketiyên Korona dî Îranê de gihîşte bi milyonek û 920 hezar û 394 kesan û heta niha di gelemper de, 1 milyon û 624 hezar û 418 pêketiyên Koronayê ji wê vîrûsê rizgar bûne û ji nexweşxaneyan hatine mirexeskirinê û herwisa 62 hezar û 999 kesan jî canê xwe ji dest dane”.
Herwisa Berdevka Wezaeta Tenduristî ya rejîma Îranê daye zanîn, “niha 4 hezar û 24 pêketiyên Koronayê di beşên cuda yên nexweşxaneyên taybet de, di bin çavedêriya pizîşkiyê de ne”.
“Sîmasadat Larî” îdia kir: “Heta niha 13 milyon û 38 hezar û 709 ceribandinên naskirina Koronayê di Îranê de hatine kirin”.
Pêka amarên rejîmê, di Îranê de, 47 bajar di rewşa sor, 126 bajar di rewşa narincî û 247 bajar di rewşa zer û 28 bajar jî, di rewşa şîn de ne.
Pêka biryarên Wezareta Tenduristî ya Îranê, hatûçû li bajarên ku rewşa wan sor an narincî ye qedexe ye.
Nebûna vaksena hewce bo xelkê û nebûna bernameyeke serast bona li hemberderketin li dijî Koronayê, bûye sedem ku belavbûna vîrûsa Koronayê bi lezgînî wekî mencekê bajar û gundên Kurdistan û Îranê bide ber xwe.
Bi sedema biryara rêberê rejîma Îranê, vaksenên bi wec bo xelkê Îranê nehatine kirîn û qasa kêm ya heyî jî, vaksenên kêmhêzin ku bo xelkê Îranê kirîne, lewma heta niha ti şûndaneriyeke erênî li hemberderketin li dijî vîrûsa Koronayê nebûye.