Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

18 Behayî hatin destbiserkirin

11:29 - 17 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Li Îsfehanê zexta li ser Behayiyan zêde bûye, û 18 kesên din jî hatin girtin.

Nûçegihaniya “HRANA”yê belav kiriye ku 18 hevwelatiyên akinciyê Îsfehanê hatin destbiserkirin, lê piştre herçend ku 15 ji wan hatin berdan, lê heya niha sê kes ji wan Behayiyan di girtîgehê de ne.

   Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de bi nûçegihaniya “HRANA”yê ragehandibû ku ew kesane, li ser polên dersxwandinê bûn ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin destbiserkirin.

Heya niha jî nediyar e ku ew Behayî li kuderê hatine ragirtin.

Roja 1`ê Rezberê jî heşt hevwelatiyên Behayî bi navên Efşîn Bolbilan, Enûşê Raynê, Mîlad Dawerdan, Ferheng Sehba, Beharê Zêynî (Sobhaniyan), Spîdê Rûhanî,  Fûjan Reşîdî, û Seham Armîn ji aliyê hêzên emniyetî ve li Beharistan a Îsfehanê hatin destbiserkirin.

Li ser bingeha çavkaniyên nefermî di Îranê de zêdetir ji 300 hezar Behayî hene, lê yasaya bingehîn ya Îranê tenê Îslam, Mesîhiyet, Yehûdiyet, û Zerdeştî bi fermî daye nasîn, lê mesebê Behayî bi fermî nas nake. Lewra bi heman sedemê, di salên borî de, hertim mafê Behayiyan di Îranê de bi awayekî sîstematîk hatiye binpêkirin.