Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

1800 axûnd di Wezareta Neftê de kar dikin

17:26 - 27 Kanûna pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Serokê Komîsyona Enerjiyê di meclisa rejîmê de bas ji hebûna 1800 axûndan kir ku di Wezareta Neftê de kar dikin, û çalakiya wan heye.

Roja Çarşemiyê 5`ê Befranbarê Fereydûn Hesenwend serokê komîsyona Enerjiyê di meclisê de bi nûçegihaniyan ragehadiye, ku 1800  axûnd di Wezareta Neftê de kar dikin, ku armanc ji wergirtina wan kesan bo vê wezaretxaneyê bikiryarkirina biryara Xamineyî bûye.

Elî Xamineyî heyamekê berî niha biryar dabû ku nizamê hewcehî bi “peywesta Ferhengî” bo pirojeyan heye.  

Dana derfeta kar bi axûndan ew jî di Wezaretxaneyeke wekî ya Neftê de ku rohn e mûçeya tenê heyveke wan çend milyon Tûmen e, di demekê de ye ku bi hezaran lawên bijarde û xwendewar bi taybetî di warên neft û gazê û pitroşîmiyê de, niha bêkar in, û neçar in bo dabînkirina bijêwa jiyana xwe destfiroşî, kolberî,  û…hwd bikin.

Axûndên rejîma Îranê cuda ji qorixkirina deshilat û hêzê di Îranê de bûdceyeke zexim di bin navên derevîne wek hewze û nîhadên ferhengî qorix kirine û di bin navê vegeşandina Îslamê, saman û heyiya gelên zulimlêkirî ên Îranê talan kirine.