Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

18’ê Gulanê roja cîhanî a Moze û Şûnwarên Dîrokî

14:01 - 28 Gulan 2014

Arif Vêlzî

Hekî em bixwazin bi awayek raşnal û zanistî pênaseyek dirust û nêzîk ji rastiyan bo her neteweyekê û çawaniya jiyana wan di qonaxên curbicur ên dîrokê de bikin, bê guman yek ji wan fakteran ku bona vê pênaseyê gerek em penaya xwe jê re bibin, moze û şûnwarên dîrokî ên wê netewê ne.

Lewra îro rojê em dibînin ku di piraniya welatên cîhanê de, hejmarek moze û şûnwarên dîrokê ên parastî hene ku di rexekê de ji aliyê deshilata welat ve girîngiyek zaf jê re hatiye dan û tê dayîn, jiber ku her ev asewar in ku ji aliyekê ve weke cihên turîstî û çavkaniya dahatê û herweha çavkaniya sereke bona lêkolînên dîrokî û heya cihê siyahet û bêhn vedanê mifah jê tê wergirtin û, ji aliyê din ve hêma û nîşaneke ji dîrok, çand, kultur û bîr û bawerî û bi giştî zimanhalê dîroka wî welatî tê hesibandin.

Girîngiya moze û şûnwarên dîrokî di civaka cîhanî de bûye sedema vê yekê ku biryarnameya pêncem a dazdehemîn civîna Komîteya Navnetewî a Mozeyan “Îkom” ku di roja 28.05.1977’an li bajarê Moskoyê hate lidarxistin, bi vê mijarê ve bê terxankirin û roja 18’ê Gulanê weke roja cîhanî a Moze û Şûnwarên Dîrokî bê diyarîkirin û, her bi vê boneyê ve jî welatên endam di vê bazneyê de, hersal rêûresmekê di vê rojê de li dar dixin.

Her weke di belgename û dêkyomênt û şûnwarên dîrokî de hatiye selimandin, Rojhilata Navîn bi giştî xwediyê dîrokek kevnar û pirr ji çand û kultur û bîr û baweriyên curbicur e û weke dergûşa şaristaniyetê di cîhanê de tê ber çav. Gelê Kurd jî yek ji wan netewa ne ku xwediyê dîrokek dûr û dirêj e di vê herêmê de û bi dehan û bigre bi sedan şûnwarên dîrokî ên weke Ateşkedeyên Zerdeşt û kel û bajarên kevnar ên sedsalên pêş hatina Îslamê û piştî hatina Îslamê li hembêz digire.

Lê eva ku cihê dilgiraniyê ye ev e ku deshilatên yek li pey yek ên zal bi ser Kurdistanê de û ji hemûyan zêdetir Komara Îslamî ya Îranê, ku herdem bi çavên şovenî ve riftar digel Kurdan kirine, ne tenê bona çavkaniyên dahat û siyahetê xem ji şûnwarên dîrokî ên Kurdistanê nexwarine, belkî beravajî bona jinavbirina dîroka kevnar a şaristaniyeta Kurdî, tekoşîn meşandine û heya gellek caran jî bi zanebûn destê xwe neparastine û bi awayên sîstimatîk û di bin navên curbicur ên weke lêdana bendav û çêkirina rê û ban û yekîneyên akincîbûnê û ...hwd, hewla wêrankirina van şûnvaran hatiye dayîn, da ku bikarin ji vê rêyê ve şûnas û dîroka dewlemend a netewa Kurd ji nav bibin û bi vî awayî û bi xeyala xwe, di pirojeya asimîlekirina Kurdan de pêngavekê ber bi pêşve herin. Eva ku cihê balkişandinê ye ev e ku beşek ji karbidestên rejîmê di astên curbicur de bona dizîn û talankirina wan asewaran, bi bername û girûpên curbicur kar dikin û tu kes jî rêgiriyê ji wan nake.

Xûya ye ku parastina şûnwarên dîrokî di seranserê cîhanê de, di despêkê de erkeke netewî ye û gerek her kes di cihê xwe de û di ast xwe de li hember parastina wan xwe berpirsyar bizane û yan jî aliyê kêm ve di jinavbirina wan de xwedî rol nebe.

Lê zêdetir eva erka li ser milê deshilatê ye ku dibe bi bername û pilanên qahîm û serdemiyane, bi terxankirina bûdceyên hewce, bi jordebirina asta rewşenbîrî û hişyariya xelkê ji riya ragehandinê giştî ve, ji riya bi kulturkirina çanda parastina şûnwarên dîrokî weke samanên netewî ve, bi perwerdekirina bingehîn li xwendingehên despêkî heya perwerdeya di astên herî bilind de, rêgir be ji jinav çûyîna van samanên mezin û bi nirx.

Di dawiyê de hewce ye ku em vê yekê bêjin, siyaseta karbidestên Komara Îslamî li hember mîrat û şûnwarên dîrokî, ne tenê li asta mezinahî û dîroka kevnar a gelên Îranê û bi taybet gelê Kurd niye û nabe, belkî tevî yasa û rêsa û konvansiyonên civaka cîhanî jî di dijatiyê de ye.

Lewra îro rojê em dibînin ku gellek şûnwarên dîrokî ên weke kelên Hizaranî û Sam û avahiya Çar taq û ateşkedeya Mûşkan û gellek ên din li parêzgeha Îlamê û Bêsitûn û Taq Wosan û perestingeha Anahîta û gellekên din li parêzgeha Kirmaşanê û Şikevta Kereftû û Kela Zêwiye û Text Silêman û gellek ên din li parêzgeha Sinê û herweha kelên Qelayçî, Dim Dim û Bêrdûk û Girê Hesenlû û Feqreq li bajarê Mihabadê û Kêleşîn û mizgevtên Sor û Hemamiyanê û gellek ên din jî li parêzgeha Urmiyê û gellek asevarên din li seranserî Îranê bi giştî û li bajar û gundên Kurdistanê bitaybetî, tevî gefa jinav çûnê berbirû ne û tenanet parek ji wan hatine jinav çûyîn.