
“Middle East News Agency” ragihandiye, ku Dezgeha Ewlehî ya Îraqê, mezintirîn operasiyona qaçaxa dermanên Îranê encam daye ku 19 kantînêr derman ku ji aliyê Îranê ve bi qaçaxî anîne Îraqê peyda kirine.
Roja Pêncşemî 15ê Çirriya Pêşîn, nûçegihaniya “Mîdel Êst” ragihandiye, ku 19 kantînêr derman ku bi hezaran core derman ji xwe ve girtine û bi nirxa 100an hezar dolar e zevt kirine, ew derman bi awayê qaçax ji Îranê û ji rêya “Nisemiye” li bajarê “Xaneqîn”ê di parêzgeha “Diyale”yê de hatine peydakirin û piştre ajotvan hatine binçavkirin û 19 kantinêr yên dermanên qaçax jî hatine zevtkirin.
Nasnameya wan kesan ku hatine binçavkirinê hêj rohn nebûye.