Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

19 mîlîşiyayên ser bi rejîma Îranî li Suriyê hatine kuştin

12:24 - 27 Çirriya paşîn 2020

Bi sedema êrîşa Îsraîl bo ser baregahên rejîma Îranê li Suriyeyê, 19 kes ji mîlîşiyayên ser bi rejîma Îranê hatine kuştin, ew 19 kes li Şîeyên Pakistanê û ser bi tîpa “Zeynebiyûn” bûne.
“Zêrevaniya mafê mirov ya Suriyê” ragehandiye, roja Çarşemiyê jî li êrîşeke dinêye Îsiraîl de 8 kesên çekdar yên ser bi rejîma Îranê hatine kuştin.

 “Seyîd Xetîbzade” berdevkê wezareta derwe yê rejîma Îranê kuştina wan 8 kesan red kir.

Di wê derheqê de roja Sêşemiya derbasbûyî êrîşek esmanî bo ser baregahên mîlîşiyayên tîpa “Fatimiyûn yên Sipaha Qudis” li “Ebûkemal” hatibû kirin ku di encamê de 14 kesên din hatine kuştin.

Berpirsên Îsraîlê li cihgîrbûna rejîma îslamiya Îranê li Suriyê hoşdarî dane û li derheq çêbûna “Bereyek nû” bi dijî welatê Îsiraîlê  li “Gulan” ê ji aliyê rejîma Îranê û Hizbullaha Lobinanê nîgeraniya xwe daye uyakirin.

Berpirsên “Mûsad”ê berdewam tekezî li ser wê hindê diken ku rejîma Îranê li devera Rojhelata navîn li çêkirina tevdanî û piştîwanî kirin li girupên Terûrîstî de, rolek sereke dilîze.