Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

190 gundên parêzgeha Luristanê di bin gefa roçûna erdê de ne

12:03 - 7 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Nûnerekî bajarê “Durûd û Ezna”ê di meclisa rejîmê de bas kiriye ku, 190 gundên parêzgeha Luristanê di bin gefa micid ya roçûna erdê de ne.

Bi nav nûnerê bajarên Durûd û Ezna di meclisa rejîmê de, Mecîd Kiyanpûr, gotiye ku, 190 gundên parêzgeha Luristanê, di bin gefa roçûna erde de ne û hewceye ku biryarên micid di vê derheqê de bidin.

Navbirî herwisa bas ji hegera lehiyan kir ku gefeke micide li ser jiyana xelke û got, ku hewceye cihê rûbaran di cihên hewce de bên radanê û hewceyî bi bûdceyekî zêde heye.

Axavtinên wî berpirsê rejîmê di demekê de ye ku, heya niha çendîn caran bûdce bo parêzgeha Luristanê hatiye terxankirin, lê ew bûdceye heya niha jî bo xizmetguzariyan nehatiye xerckirin.

Rejîma Îranê bi hederdana dahatê, mîna alîkarîkirin bi girûp û saziyên terorîstî di cîhanê de, piraniya bûdca hewce bo jiyana xelkê Îranê ji dest diçe.