Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

1’ê Hezîranê û rewşa zarokan di Îranê de

15:29 - 10 Hezîran 2014

Arif Vêlzî

Baştirkirina rewşa jiyana zarokan, mijareke ku cihê baldan û buhagiraniya gellek ji nawend û rêkxirawên taybet bi zarokan e di cîhanê de, lewra em dibînin ku di pêxema baştirkirina vê rewşê de, rojên weke 1’ê Hezîranê û 20’ê November û 8’ê Octoberê wek rojên cîhanî ên zarokan hatine diyarîkirin. Diyar e eva ji aliyekî ve nîşaneya hewl û mandîbûna hemû aliyên berevankarê mafê zarokan e di cîhanê de, lê di rastî de, û ji aliyekî din ve diyarîkirina van hemû rojan û nebûnarojeke taybet û yekgirtî di cîhanê de weke roja cîhanî ya zarokan, bûye sedema jihevbelavî, û her welat û aliyek bi awayekî û bi şêweyekî taybet bi xwe rêz ji vê rojê digre.

Di rastî dem li gorî zanyariyan dîroka roja cîhanî ya zarokan vedigere bo sedsala 19’an a zayînî. Dema ku di sala 1967’an de, du baskên mesîhiyên Amerîkayê li gorî bîrû baweriyên xwe ên olî, roja şemî û yekşemiy ya meha Hezîranê weke roja cîhanî ya zarokan diyarî kirin. piştî wê ku çend sal bi ser vê rojê re derbaz bûn, hemû mesîhiyên Amerîkayê di daxûyaniyekê de, yekemîn Yekşemiya meha Hezîranê weke roha cîhaniya zarokan diyarî kirin. lê biryara dawiyê û bi cîhanîkirina vê rojê, ji 1’ê Hezîrana sala 1949’an, û di civîna Jinên Demokrat LI Moskoyê ahte dayîn û hate yekalîkirin.

Bi berçavgirtina vê rojê û bi sedema vê ku zarok goriyên herî sereke ên hejarî, şer û zulm û zordariyê ne, giringîdana bi hemû aliyên jiyana zarokan, bûye pirseke siyasî û giring û li serweyî programa karî ya her tak û aliyekî cih digre, û bi dûr ji her cure cudahiyeke zimanî, û regezî û tuxmî.

Lê di Îrana belalêdayî ya me de, em dibînin ku hêla rê bi berevanîkirina ji mafê zarokan nahê dayîn û hêşta jî zarok her qurbaniyê sereke ê gendeliya siyas, aborî û civakî ya welat in, û deshilatdarên rejîmê jî, bedela vê ku deshilata siyasî û aborîm weke welatên pêşkewtî ên cîhanê, di pêxema baştirkirina rewşa jiyan û perwerde û hînkirina zarokan bixe ger, em dibînin ku berevajî li jêr sîbera deshilata îdeolojîka Komara Îslamî de, serbarê nebûna ewlehiyê, cih û pêgeha jiyanê, perwerdehiya durust û di cihê xwe de, saxlemiyua serdemiyane bo zarokan, serwet û samana welat jî, ku para hemû takên civakê têde heye, beşek ji wê, ji aliyê karbidestên rejîmê ve tê talankirin, û para din jî bo karûbarên terorîstî û destêwerdan dinava karûbarên navxweyî ên welatên din û herweha serkuta navxweyî tê danîn û tê hederdan.

Ew rewşa nebaş ya zarokan ku me bas kir, di gel sepandina perwerdehiya îdeolojîk û bi zorî ya meseb bûye sedema vê ku zarok di Îranê de di temenê kêm de, dest jiu xwendinê berdin û bi neçarî rû li bazara kar bikin, û di vê riyê de gellek caran dikevin nav dava mafiya û bazerganên maddeyên hişber û bi vî awayî jiyan û pêşeroja wan ber bi jinavçûnê ve diçe.

Xala cihê baldanê ew e ku hem di madeya 37’ê a rêkevtinnameya cîhanî ya mafê zrokan de hatiye ku, rê nahê dayîn ku cezaya bidarvekirin û girtina heta hetayî bi ser zarokên temenê wan jêr 18 saliyê de bê sepandin û hem jî di madeya 79’ê ya yasaya kar di Îranê de hatiye ku rê bi akrkirina zarokên jêr 15 saliyê nahê dayîn, lê mixabin em dibînin ku Komara Îslamniya Îranê hem bi sedema sepandina rêjeyeke zaf ya cezayê bidarvekirin û girtina heta hetayî bi ser zrokan de, di pileya yekemîn ya cîhanê de ye, û hem jî li gor serjimêriyên nawenda serjimêriya Îranê, zêdetir ji 3 milyon zarok, û li gorî serjimêriya şareza û çalakên mafê zaroka zêdetir ji 7 milyon zarok di Îranê de, bi heqdestê herî kêm kar dikin û hevdem ji mafên herî destpêkî bê par in.

Bi giştî eva çîroka zarokên welatê me ye ku piştî zêdetir ji sê dehikan deshilatdariya Komara Îslamiya Îranê bi ser xaka welat de, hêla jî rewşa jiyana xelkêl bi giştî û zarokan bi taybetî bi sedema birêveberiya xirap ya siyasî û herifîna aboriya welat ku encama gemaroyên cîhanî ye, vê rastiyê diselimîne ku rewşa zarokan di Îranê de, ber bi qedereke bi tirs û şêlû ve diçe, û bi vê pêkê jî pêşeroja welatê Îranê bi hemû neteweyên xwe ve, cihê nîgeraniyê ye.