Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 endamên Hizba Demokrat, bi sedema bûyereke dilgiran canê xwe jidest dan

18:35 - 14 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Di qezaya tirafîkê de li gundê Boryer ya girêdaiy bajarê Sewlavayê, 4 welatiyên  xelkên vî gundî, canê xwe jidest dan.

Li gorî nûçeya gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî, 23`ê Banemera 1398`an (13`ê Gulana 2019`an), tiromibîlek ku 4 kes têdebûn, li rêya gundê Boryer li nêzîkî pira Duavê, qulibî nav ava çemê Sîrwanê, lê, mixabin, hemiyan di vê qezaya tirafîkê de canê xwe jidest dan.

Di vê bûyerê de, 2 kes ji van can goriyan endamên dilsoz yên Hizba Demokrat yên bi navên Xazî Ehmedî, kurê Ebobekir û Îsma`îl Rehîmî, kurê Ehmed, û xelkên gundê Boryer bûn, canê xwe jidest dane.

Di vê qezaya tirafîkê de, 2 kesên din jî ku ev jî xelkê vî gundî bûn yên bi navên Seltene hevjîna Îsma`îl Rehîmî û Meryem, hevjîna Lotfula Rehîmî, canê xwe jidest dane.

Xwedîjêraziyan Xazî û Îsma`îl, herdu endamên dilsoz û xebatkar yên HDKÎ bûn.

Îsma`îl Rehîmî bi hegera endambûn di PDKÎ de û xebata rêkxistiniya vê partiyê, çend caran ji aliyê rêjîmê ve hatibû desteserkirin û hepsî kiribûn.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje xizim, kesûkar û malbatên van û xwe pişkdarê vê xema wan dizane.