Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 Hezar deshilatdarên Îsraîl li derheq metirsîdarbûna bernama Navokî a Îranê, haydarî dane Baydên

13:40 - 20 Nîsan 2021

Berpirsên pile bilinde ewlehiya Îsraîl di nameyekê de ji Serkomarê Amerîka xwastin ku venegere bo nava Bercamê.

Roja Duşemiyê 19ê Nîsanê, pitir ji 2 Hezar deshilatdarên ewlehiya Îsraîl, di nameyekê de ji Baydên daxwaz kirin ku venegere nava Bercamê û li derheq cihê tirsê bûna bernama Navokî a rejîma Îranê haydarî danê de.

Gorî raporên nûçegihaniyan, ev name ji aliyê “Kanûna berevanî û ewlehiya Îsraîl” ve hatiye amade kirin.

Di wê namê de hatiye: zêdebarî evê ku dewleta Baydên û parek ji welatên Ewrûpa, gelek baş haya wan ji metirsîdar bûna bernama navokiya Îranê heye, lê disan jî dixwazin vegerne bo nava Bercamê, wê yekê em nîgeran kirine.

Di namê de hatiye: Rejîma Îranê bi awayê eşere basê ji navbirina welatê me “Îsraîl” dike, lewma pêşî girtin ji bernama Navokiya wê, pêşî girtin ji qewmîna facieyekî mezine.

Herwisa daxwaz ji Amerîka û Ewrûpa hatiye kirin ku hewceye di danûstandina digel rejîma Îranê de, divê pêbendê hin îsûlan bin ku bibe sedem rejîma Îranê nekare bibe xwediyê Bomba Navokî.

Wan deshilatdarê ewlehiya Îsraîl di nameya xwe de nivîsîne: Bi baldan bi karnama reşe rejîma Îranê, heçî lihevkirinek bi bê serdana baziresan bo binkên Navokî, dikare derfetê bide rejîmê ku mijûlî çêkirina Bomba Navokî be.

Herwisa daxwaz kirine ku jibilî bernama navokî, hewceye terorîzma rejîmê û pêşxistina Mûşekên Balêstîk jî mijara danûstandinan be.