Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 hezar kes ji hêzên Sipaha Pasdaran hatin e nav axa Îraqê de

20:09 - 15 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Di du rojên derbasbûyî de pitir ji 2 hezar kes ji hêzên Sipaha Pasdaran a rejîma Îslamî a Îranê, bi hinceta şer ligel girupa Dewleta Îslamî ya İraq û Şamê (DAİŞ), sînorê Îraq û Herêma Kurdistanê derbas kirin û çûne nav axa vî welatî.

Rojnameya “Guardian” li devê rayedarekî paye bilin yê Îraqê ve bilav kir, 1500 kes ji wan hêzên rejîma Îranê li sînorê parêzgeha Diyale bo nav bajarê Xenaqînê navenda wî parêzgehê çûn e û herwusa 500 kes jî roja Şemî li devera Bedre û Cesan li parêzgeha Wasît biçîhbûn e.

Derbas kirina sînorê axa Îraqê ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve di demkê de ye ku Hesen Rûhanî serkomarê Rejîma Îslamî a Îranê, gotibû: Eger dewleta Îraqê daxwaz ji me bike li hember hêzên DAİŞ ê emê alîkariya wan bikin.

Heta niha nehatiye eşkere kirin ku Îraq daxwaza alîkarî ji rejîma Îranê kiribe an na, lê ewa ku eşkereye rejîma Îranê ax û serweriya welatê Îraqê û Herêma Kurdistanê derbas kiriye.

Çend roj berî niha hêzên Milîşiya yên girupa terorîs a DAİŞ naskirî bi girupa Dewleta Îslamî ya İraq û Şam, êrîş kirine ser axa Îraqê û di heyamê kêmtir ji 24 demijmêran de bajarê Mûsilê a navenda parêzgeha Neynewayê dest bi ser de girtin.

Paş êrîşa hêzên terorî yên DAIŞ, paşedekişandina sipaha Îraqê, hêzên pêşmerge yên Herêma Kurdistanê, deverên Kurdistanê ên derveyî Herêma Kurdistanê konterol kiriye û li çend cihên din jî şer û pevçûn di navbera DAIŞ û hêzên pêşmerge de hatiye gorê ku çendîn DAIŞ hatine kuştin û birîndar kirin.