Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 mamostayên gundê Memekan li devera Soma û Biradostê, bi nexeşiya koronayê ketine

12:44 - 20 Îlon 2020

Piştî vebûna dibistanan di gundê “Memekan”ê li devera “Soma û Biradost”ê de, 2 mamostayên wî gundî tûşî vîrûsa koronayê bûne û di wê dibistanê de jî çendîn xwendevan hebûne.

Roja Yekşemî, 20ê Îlonê, 2 mamostayên dibistana gundê “Memekan”ê li dervera “Soma û Biradost” a girêdayê bajarê Urmiyê, tûşî vîrûsa Koronayê bûne ku bona çareserkirin dermanî bo navendên pizîşkî hatine veguhastin, di wê dibistanê de bi 10an zarok mijulê perwerde û hînkariyê bûne.

Tevî hişdariya pisporên pizîşkiyê, Wezareta Perwerde û hînkarî ya rejîma Îranê biryar dabû ku xwendingeh û dibistan di demsala nû a hînkarî û perwerdeyê de dest bi karê xwe bikin lê, emrazên hewce û kelûpelên hewce bona xweparastin ji tûşbûn bi vîrûsa koronayê bo wan dibstan û xwndingehan dabîn nekiriye.

Ew 2 mamostayên dibistana “Memekan”ê ku xelkê deverên “Sîlwana  û Tirgewer” in, tevî pêketin bi vîrûsa Koronayê renge bi 10an zarokên din jî tûşî wê vîrûsê kiribin.

Di wan dibistanan de ti emrazekî dijegendkirin û parastin ji tûşbûn bi vîrûsa Koronayê tinînin.