Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 Pasdarên terorîst di Sûriyê de hatine kuştin

12:01 - 17 Adar 2021

Fermandeyekî Spaha Pasdaran digel pasdarekî din ku parêzerê wî bûye, bi sedema teqîna min di devera “Elmayadîn” a Sûriyê de hatine kuştin.

Roja Sêşemî 16ê Adarê, 2 pasdarên terorîst yên bi navên “Mehdî Bextiyarî yê xelkê bajarê Îslam Şehir û Mucteba Bersencî yê xelkê bajarê Sewadkûh”ê li çolên devera “Elmeyadîn” di rojhilata Dêrezorê de bi sedema teqînqa mînê hatine kuştin.

Rejîma Îranê bi tedaxul di karûbarên hundir yên Sûriyê û piştevanî ji rejîma Beşar Esed, bû sedema dirêjbûna heyamên rojreşî û trajêdiyên bê hejmar li Sûriyê.

Rejîma Îranê bi hêceta parastina cihên pîroz li Sûriyê, hêzên “Fatimîyûn û Zêynebiyûn” di Sûriyê de cihgîr kirine û ew hêzên çekdar rasterast di karûbarê hundir û afirandina trajêdiyan û cinayetên hovane li Sûriyê de roleke girîng hene.

Dahata xelkê Îranê û canê xelkê deverê, di Sûriyê û çend welatên dinê de dibe qurbaniyê siyaseta fitnesazî, zêdebûna kiryarên terorîstî ya rejîma Îranê û dijatî digel hemû yasayên navnetewî exlaqî û mirovî û berdewamiya şer di Sûriyê de bûye sedema kawilbûna tewaw a wî welatî û qurbanîbûna canê xelkê.