
Kurdistanmedia: Li dirêjia meşên nerizayetî derbirînên kedkarên heftepe, 20 kedkarên vê yekînîeyê (wahidê) ji aliyê Îdareya Îtila`ataê ve hatin gazîkirin.
Roja Yekşemî 11-ê Sermaweza 1397-an, nûçegihaniyên ser bi rejîma Îranê bas ji dawîanîna bi nerizayetiyên kedkarên Heftepe kirin û ragehandin ku ew nerizayetî derbirînane piştî 27 rojan dawî pê hatiye, lê kedkarên Heftepe bixwe di vê derheqê de çi daxûyaniyek belav nekirine.
Eva di halekê de ye ku sendîkaya kedkaran, bas ji gazîkirina 20 kes ji kedkarên nerazî yên wê yekîneyê kiriye ku ji riya pêwendiya telefonî û gefan ve hatine gazîkirin ji aliyê Îdareya Îtila`atê ve.
Kedekarên Heftepe, ji roja 14-ê Xezelwera îsal ve , derheq wernegirtina pere û dana wê yekîneyê, bi beşa taybet, gereke nû ji nerazîbûnan dest pê kir.
Di heyamî nizîk bi yek heyvê de, di van mangirtin û nerizayetî derbirînan de, tu cureyên gef û tirsandinê nekariye bandorê danê ser van daxwazên wan, û ew li ser narizayetî derbirînan berdewam in.
Di çend rojên derbazbûyî de, malbatên kedkaran jî tevlî narizayetiyan bûn, û di civînan de beşdarî kirin.
Di rojên derbazbûyî de hêza Emniyetî ên Rejîma Îranê bi destbiserkirina nûnerê kedkaran hewla fetisandina dengê neraziyan dan, ku berevajiyê çavnihêriyên wan bû, û wê carê dkedkar ji bilî daxwazên xwe, daxwaza azadkirina hevalên xwe jî kirin.