Kanala mahwareyî ya “Îmam Husên” yek ji medyayên alîgirên Ayetola Sadiq Sîrazî rêberê Olî yê dijberê rêberê rejîma Îslamî yê Îranê ragihand ku, Beyta rêberî ya Elî Xamineyî gef ji wî rêberî ayînî yê Şî`e meseb xwariye.
Roja Pênşemî 28`ê Tîrmehê malpera “Nûçeyên Şî`e”ku organek medyayî ya girêdayî kanala “Îmam Husên”îmamê mesebê Şî`eyane, deqa nameya gefxwarina Beyta rêberî ya rejîmê wiha belav kiriye,”Rayedarên payebilind peyam şandine ku me digel meqamê we ti pirsgirêkek tune ye, lê ji ber nakokiyên ku hen e hûn nabe di civînên taziya meha Miheremê de, gezincan li rêberî û nizamê bikin, tenê hûn dikarin li derheq piropagendeyan de biaxivin.
Rejîma Îslamî ji wî rêberî ayînî yê Şî`e meseb daxwaz kiriye ku di axavtinên xwe yên li heyama meha Miheremê de tu rexne û ganzinceyekê ji rejîmê negire.
Ayetola Sadiqê Şîrazî digel kurê xwe yê bi navê Husên Şîrazî, hertim bi awayek tund Wilayeta Feqîh û Ayetola Xamineyî kirine armanca renxeyan.
Ayetola Şîrazî, di nav mesebê Şî`eyên li Îran, Îraq, welatên kendavê, Efxansintan, Pakistan û herwisa di nav şî`eyên Ewropayê de pir alîgir hene.
Di beşek din de vê medyaya Şî`e meseb bi belav kirina daxuyaniyekê di vê derheqê de îşare bi qutkirina berq û gaza avahiya Ayetola Şîraszî ji aliyê wezîfedarên rejîmê jî kiriye.
Piştî serîrakirina kirîzên weke, kirîza aborî, siyasî, jîngehî, bêkarî, enflasyon û … hwd û herwisa eşkerebûna gendeliyên bê sînor yên berpirsên payebilind yên rejîmê û givaşên navdewletî yên li ser rejîmê, ku nerazîbûnên xelkê li pey xwe aniye, her bi vê sedemê jî tirs û xofa herfîna nizamê kevtiye nav dilê Axûndên cemaranê de û gefan ji hevdu dixwan.