
Di Feransê de 102 nûnerên Parleman û Senayê di daxuyaniyek hevpar de daxwaz kirine ku Kurdên Rojavayê ji êrîşên Tirkiyê bên parastin.
Di daxuyaniya 102 endamên Parleman û Senaya Feransê de ku li ser malpera heftenameya “Le Journal du Dimanche” de belav bûye, tevî şermezarkirina êrîşên Tirkiyê yên yên li ser Rojavayê Kurdistanê, daxwaza parastina vê beşa Kurdistanê kirine: “Divê li hember şêtatiya şerxwazaneya Erdoxan rawestin”.
Herwisa di vê daxuyaniyê de hatiye: “Tirkiyê pêgeha xwe wek endamê saziya NATO û xwediyê pêwendiyên baş digel Rûsiye û Ukraynê, bo vergirtina derfet û îzin ji “NATO”yê bona zêdetirkirina êrîşên xwe li dijî bakûrê Sûriyê bi kar tîne”.
Herwisa di daxuyaniyê de bi tekezî hatiye: “Welatên Rojavayî nabe çavên xwe li ser vê yekê de bigirin û herwisa parastina çalakvan û encûmenên Kurdan ên li Ewropayê garantî bikin.
Herwisa ji Civaka Navnetewî daxwaz kirin ku: “Îdareya xweser ya bakûr û rojhilatê Sûriyê bi fermî nas bikin”.
Wajokerê vê daxuyaniyê rû li dewleta Feransê gotine: “Bona danîna hêla qedexeya firînê li esmanê bakûrê Sûriyê (No Fly Zoon) bi piştevaniya Navnetewî ji Kurdên Sûriyê li Şêwreya Ewlehî ya Saziya Neteweyên Yekgirtî, hewlê bidin”.