Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Lehiyên du rojên derbasbûyî xisarên zêde bo piraniya bajarên Îranê lipey xwe anî

12:48 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2022

Piştî hatina lehiyek bihêz di bajarên Îranê de, xisarên canî û malî gihîştandiye beşên taybet.

Pêka amarên hatinî belavkirin, rêjeya xisarên malî û canî yên lehiyên du rojên derbasbûyî ku di 24 parêzgehan û 110 bajarên Îranê hatiye, gelek zêde ye û beşek zêde ji malên welatiyan, rez û baxên wan, avbend, pir, rêyên sereke û … hwd wêran bûne û ji navçûne.

Di vê lehiyê de amara canjidestdayan 61 kes hatiye belavkirin û amar zêdetir in, lê hîn jî amarek fermî nehatiye belavkirin.

Li derheq xisarên gihîştinî bi beşa werzêrî ya Îranê Wezîrê Werzêriya Îranê “Cewad Sadatînijad” di civînek awrte de ragihand: Pêka xisarnasiyên destpêkî, lehiyê bi qasî 10 miliyard Tumen xisar gihandiye beşa werzêrî ya Îranê û herwisa daye zanîn ku ev hejmar zêdetir jî dibe.

Herwisa Fermandarê bajarê “Elîguderz” ya girêdayî parêzgeha “Loristan”ê jî ragihandiye ku, 30 avbendên xwedîkirina masiyan yên wî bajarî zirarek zêde berketiye û hezar ton masî jinav çûne.

Piştî hatina lehiyê serkomarê rejîma Îranê serdana gundên derdora bajarê “Fîrozkuh” ya girêdayî bajarê “Tehran”ê kiribû, û digel bertekên tund yên hevwelatiyan rûbirû bibû, û xelkê bêzar ji wê rewşê û ji wê rejîmê rê nedan ku “Îbrahîm Reîsî” biaxive û serdankirina karbidestên rejîma Îranê di demên wiha de weke karek xapandin bi nav kirine.