Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê li hember serdana “Îbrahîm Reîsî” bo devera berketiyên lehiyê nerizayetiya xwe nîşan dan

17:27 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2022

Serdana “Îbrahîm Reîsî” bo devera berketiyên lehiyê ya li bajarê “Fîrûzkûh”ê girêdayî parêzgeha Tehranê, rastî nerazîbûna xelkê xisar bektî hat.

Xelkê xisarpêketî li hember hatina “Îbrahîm Reîsî” de nerizayetiya xwe nîşan dan û gotin, berpirsên rejîmê tenê diaxvin û ti karek din encam nadin.

“Îbrahîm Reîsî”dema ku dibêje em dest bi alîkarîkirina xelkê bikin bona çêkirina malên wan, lê xelkê bi denge deng û nîşandana nerizayetiya xwe îzin nedan ku ev zêdetir biaxive.

Welatiyan gotin ku di demên berê de jî di dema hatina lehiyan de berpirs hatibûn û ji me re soz û qewl dabûn, lê tev qewlên vala bûn û ti yek ji wan di hawara xelkê de nehatine.

Herwisa xelkê rû bi berpirsên rejîmê gotine ku jiyana me bi tevahî ji nav çûye, lê we ti karek bo me encam nedaye.

Berpirsên rejîmê di bersiva gotinên xelkê de gotin ku wiha neaxivin, lê xelkê gotin çima divê em xwe ji gotina rastiyan biparêzin?

Di rojên derbasbûyî de bi sedema barîna baranek zêde, lehiyê piraniya deverên başûr û navenda Îranê girte berahîka xwe û xisarên zêde yên malî û canî li pey xwe anî ku, heta niha 61 kesan bi vê sedemê canê xwe ji dest dane û bi dehan kesên din jî bê çarenivîsin.