Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di navbera hêzên rejîma Îran û hêzên Talibanê de şer û pevçûnek derket holê

19:09 - 31 Tîrmeh (Temûz) 2022

Roja Yekşemî 9ê Gelawêja 1401an a Rojî, di navbera hêzên henga sînorî yên rejîma Îranê û hêzên Talibanê, di devera sînorî ya bi navê “Hîrmend” li nêzî bajarê “Dustmihemed” ya girêdayî parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê şer û pevçûn derkevt.

Beşek ji nûçegihaniyên welatê “Efxanistan”ê behs ji kuştina serbazek Efxanî û birîndarbûna serbazek din dikin, lê beşek ji nûçegihaniyên din jî vê yek red dikin.

Beşek ji nûçegihaniyan jî behsa vê yek dikin ku ew şer û pevçûn piştî vê yekê qewimiyê ku hêzên Talibanê, dixwastin alaya Taliban, li deverek sînorî bilind bikin, lê hêzên rejîma Îranê gotine ku ew dever axa Efxanistanê nine, lewma di navbera wan de şer û pevçûn derkevtiye.

Hêzên rejîma Îranê, Taliban bi derbasbûna neyasayî ji sînorê Îranê tawanbar kirine.